Helîkoptera leskerî li Pakistanê ket: 3 mirî

04 September 2023 23:45 0 dîtin
Helîkoptera leskerî li Pakistanê ket: 3 mirî

PeyamaKurd – Berdevkê meclisa netewî ya Pakistanê Raja Pervaiz Eşref xemgîniya xwe ragihand ku helîkoptera leşkerî ya Pakistanê ketiye û tê de 3 kes mirine.

Helîkoptera leşkerî li rojavayê Pakistanê li eyaleta Belûcistanê li devera Gwadarê ket. Berdevkê meclisê Eşref ji bo kesên di helîkoptera bi ser artêşê de jiyana xwe ji dest dane, ji malbatên wan re sersaxiyê xwest û xemgîniya xwe ragihand.