Helîkoptera wezareta rûsî ket: 3 kes mirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku helîkoptereke Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê, li herêma Karelia kete xwar û sê kesên tê de bûn mirine.
Li gorî daxuyaniyla Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê helîkoptera cûreya "Mi-8" mi herêma bakur a Kareliayê ketiye xwar û hate diyarkirin, tîma di helîkopterê de ya sê kesî can dane ku xwedî pisporiya bi hezaran saetan a firînê bûn.
Wezaretê daya zanîn ku ew helîkopter 4ê Sibatê ji radarê derketibû û winda bû. Îro jî derketiye holê ku helîkopter li peravên Gola Onegayê ketiye xwarin û di 50 metre kûrahiya avê hatiye dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin