Henardeya çekan a Ewropayê du qat zêde bû
PeyamaKurd - Li gorî lêkolîna herî dawî ya ku ji aliyê Înstîtuya Lêkolînên Aştî ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) li ser henardeya çekan a cîhanê hate weşandin, welatên Ewropayê di heyama navbera salên 2019 û 2023an de, li gor heyama navbera salên 2014 û 2018an nêzîkî du qatan henardekirina çekan zêde kirine.
Her wiha Frensayê bi rêjeya xwe ya froştina çekan a di asta cîhanê de Rûsyayê li dû xwe hiştiye û bûye duyemîn.
Komara Tirkiyeya ku di henardeya çekan a cîhanê de di rêza 11emîn de ye, di di heyama 2019 û 2023an de jî li gor heyama 2014 û 2018an, para xwe ya henardeya çekan a cîhanê du qat zêde kiriye.
Lêkolîna SIPRI diyar dike ku di navbera salên 2022 û 2023yan de zêdebûna henardeya ji welatên Ewropayê piranî ji bo Ûkraynayê pêk hatiye.
Li gor vê lêkolînê, piştî ku herî kêm 30 welatan ji Sibata 2022an vir ve gelek çek, wek alîkariya leşkerî dane Ûkraynayê û bi vî awayî Ûkrayna di heyama 2019 û 2023an de bûye yekemîn welatê ku henarde ji bo wê hatiye kirin.
Di heyama pênc salên dawî de, ji sedî 23yê henardeya çekan a Ewropayê ji Ûkraynayê re pêk hatiye.
Tirkiye ku di navbera salên 2019û 2023an de henardeya wê ya çekan kêm bû, di rêza henardeya çekan a cîhanê de di 17emîn e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin