Ji Rûsyayê talîmata Ukraynayê! Hilberîna çekan zêde bikin!
PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu piştî çend rojan piştî ku DYAyê pakêta alîkariya leşkerî ya bi milyar dolarî ya ji bo hikûmeta Ukraynayê hatibû taloqkirin pejirand, di daxuyaniya xwe de ferman da ku hilberîna çekan ji bo şerê li Ukraynayê zêde bike.
Li gor daxuyaniya ku ji ser sepana Telegramê ya Wezareta Parastinê hat dayîn, Şoyguyê ku roja Çarşemê bi rayedarên payebilind ên leşkerî yên Rûsyayê ra hat bal hev û got ku divê qebar, kalîte û leza hilberîna çekan bê zêdekirin. Wî herwiha ferman da ku çaksaziyên pêwîst bên kirin ji bo zêdekirina karbidestiya serbazan li eniyên şer li rojhilat û başûrê Ukraynayê.
Şoygu got, "Ji bo berdewamkirina leza êrîşê ya pêwîst, pêdivî ye ku hêjmar û qalîteya çek û alavên leşkerî yên ku ji leşkeran re têne şandin, bi taybetî çekan were zêdekirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin