Hengaw: Fermandarê Îranî leskerê xwe yê Kurd kust

11 September 2022 09:58 0 dîtin
Hengaw: Fermandarê Îranî leskerê xwe yê Kurd kust

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku fermandarekî Îranî li Urmiyê, gule berdaye leşkerekî xwe yê Kurd ê ji Urmiyê û ew kuştiye.

Rêxistina Mafê Mirovan Hengawê diyar kiriye, bûyer piştî agahdarkirina malbatê û anîna cenazeyê leşkerê Kurd derketiye holê ku hêzên polîsê Îranê jî malbat bi kuştina kurê wan agahdar kirine, lê ji wan re negotine, bi qest hatiye kuştin.

Cenazeyê leşkerê bi navê Muherem Eşrefî yê 22 salî li gundê Heftiyanê yê bajarê Selmas a Urmiyê roj Înê hatiye veşartin.

Rêxistina Mafê Mirovan Hengawê li ser bûyera kuştina Muherem Eşrefî ragihandiye, çend carên din jî li ser pirsên neteweyî û mezhebî ligel fermandarê xwe pev çûyê û di dawiyê de fermandarê wî teqe lê kiriye û ew kuştiye.