Hengaw: Li Banê pasdaran 3 kolberan birîndar kir
PeyamaKurd – Rêxistina Mafê Mirovan Hengaw ragihand ku do li bajarê Banê li ser sînorê Hengejale, pasdarên Îranê bi sîlihan li kolberan dane û di encamê de 3 kolber birîndar bûne.
Kolberên rojhilatê Kurdistanê her roj diçin ser sînorên çêkirî yên nav Kurdistanê û bo bazirganiyê tiştnên bazirganî dikirin û dibin bo debara malê difroşin. Li ser sînorên her 4 dewletên ku desthilatiya Kurdistanê dikin, ciyên serbest yên bi awayekî fermî hatine destnîşankirin ku herkes dikare here wê derê bo xwe tiştnan bikire hene lê Îran tevî destûr daye jî roj nîne ku li kolberên Kurd nexe, wan nekuje an birîndar neke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin