Rapora Kolber Newsê: 142 bûyerên kustin û birîndarbûna kolberan çêbûn
PeyamaKurd - Kolber Newsê rapora 6 mehên 2023yan ên kuştin û birîndarkirina kolberan belav kir.
Li gorî raporê di hav 6 mehên borî de, zêdetirî 142 kolber li sînor an rêyên navbera parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan ên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin.
Kolber Newsê daye xuyakirin, di meha borî de, li deverên sînorî û rêyên di navbera parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşanê de, bi sedemên wek teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê, renî, sir û seqem, ketina ji bilindahiyê, teqîna mîn û hinek sedemên din, zêdetirî 36 kolberî hatine kuştin û 67 kolber jî birîndar bûne.
Di nav 6 mehan de 142 bûyerên kolber rûbirû bûne de, 36 kolber anku %25 hatine kuştin û 67 kolber anku %75 hatine birîndarkirin.
Kolber Newsê diyar kiriye, ji %87ê kuştin an birîndarkirina kolberan bi teqeya rasterast, lêdan û îşkencekirina ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve pêk hatiye ku 10 ji wan kolberan zarok bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin