Li Hewremanê kolberekî Kurd hate kustin

23 June 2024 14:47 0 dîtin
Li Hewremanê kolberekî Kurd hate kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku kolberê Kurd yê bi navê Erkan Ballwase yê xelkê bajarê Merîwanê, bi teqeya hêzên Îranê li ser sînorê Tete ya Hewramanê hate kuştin.

Ajansa mafê Mirovan Kurdpa ragihandiye, dema êrîşê ti barekî qaçax li ser wî kolberî tunebû û hêzên ewlehîyê bê agahdarkirin gule lê reşandine.

Hate zanîn ku termê wî kolberî ji bo nexweşxaneya Merîwanê hatiye veguhestin û roja Înê 1ê Pûşperê li cihê ji dayîkbûna wî de bi axê hatiye spartin.

Erkan Ballwase yê 29 salî, kurê Mihemed û xelkê Celele ya devera Serşêwa ya Merîwanê ye.