Di 2024an de 34 kolber hatin kustin, 236 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di 6 mehên sala 2024an de, heta niha herî kêm 34 kolber hatine kuştin û 236 kolber jî birîndar bûne.
Li gorî amarên Kolbernewsê, li sînorên Rojhilatê Kurdistanê di nava 6 mehên dawî de, bi giştî 270 kolber li herêmên ser sînor û rêyên di navbera bajarên Rojhilatê Kurdistanê de, di encama êrîşên hêzên Îranê de, aşit, serma, mayîn û ketina çiya de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Hate eşkerekirin, ji 270 kolberan, 34 kolber hatine kuştin û 236 kolber jî birîndar bûne.
Hate diyarkirin ku ev hejmar li gorî sala borî zêde bûye ku sala borî heman demê, 20 kolberên hatine kuştin û birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin