Di mehekê de 30 kolber hatin kustin û birîndarkirin

03 November 2023 17:32 0 dîtin
Di mehekê de 30 kolber hatin kustin û birîndarkirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di meha Cotmehê ya 2023yan de, di encama êrîşên hêzên Îranê û Tirkiyê de 3 kolber hatin kuştin, 27 jî birîndar bûn.

Li gorî amarên dawî, di nav meha Cotmehê de, di encama êrîşa leşkerên Îranê-Tirkiyê de, 3 kolberên Kurd hatine kuştin û 27 jî birîndar bûne ku rewşa 10 kolberan giran e.

Hate zanîn ku piraniya bûyerên êrîşê li sînorên Rojhilatê Kurdistanê rû dane û yek ji kolberên hatiye kuştin di bin temenê 18 salîyê de bûye.

Li aliyê din di 10 mehên destpêkê yên sala 2023yan de herî kêm 25 kolberan jiyana xwe ji dest daye ku kolber herî zêde li nav sînorê parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin.