Bîlançoya mehekê: 6 kolber hatin kustin, 10 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Li gorî amarên Komeleya Mafên Mirovan Hengawê di deha borî de, bi kêmî 16 kolber rastî êrîş û gulebarana pasdarên Îranê hatine.
Di rapora Hengawê de hat ragihandin, di meha Tebaxa 2019an de, 6 kolberên Kurd hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne ku sedî 94ê wan bûyeran bi awayekî rasterast gule berdana hêzên Îranê pêk hatiye.
Hengawê diyar kir, 15 bûyer bi awayekî rasterast guleyên hêzên ewlehiyê ve pêk hatiye ku 6 kes hatine kuştin û 9 kes jî birîndar bûne û ev rêje dike sedî 94ê awayê mirina kolberan.
Herwiha li gor Hengawê kesek jî bi bûyerên xwezayî birîndar bûye ku ev jî dike sedî 6ê awayê qurbanîdana kolberan.
Hengawê li gor parêzgehan bûyerên kolberan jî wiha rêz kirine:
Parêzgeha Urmiye: 13 bûyer li wê parêzgehê pêkhatine ku 4 kes hatine kuştin, 9 kes jî birîndar bûne.
Parêzgeha Sine: 2 bûyerên kuştina kolberan pêk hatine.
Parêzgeha Kirmaşan: Kolberek birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin