Di mehekê de 18 kolber hatin kustin û birîndar kirin
PeyamaKurd – Li gorî rapora Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, di nava mehekê de, herî kêm 18 kolber hatine kuştin û birîndarkirin.
Herî dawî jî pasdarên rejîma Îranê li sînorê Newsudî yê parêzgeha Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê, êrîşî komeke kolberan kir û yek ji wan bi giranî birîndar bû ku navê wî Bêhroz Muradî ye û ji devera Bawecanê ye.
Dîsa Çarşema borî jî li sînorê bajarê Pawa ya Kirmanşanê, kolberê bi navê Arman Mihemedî di bi guleyên pasdaran birîndar bûbû.
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê da xuyakirin ku di mehekê de herî kêm 34 sivîl û çalakvanên Kurd li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin