Hengaw: Di sibatê de herî kêm 21 kolber hatin kustin an birîndarkirin
PeyamaKurd- Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw ragihand ku di sala 2020an de di meha sibatê de, li ser sînorê Kurdistanê herî kêm 21 kolber hatin kuştin an hatin birîndarkirin. Ev rêjeya han ya navenda rêxistinê ya reqemiye.
Di nav wan de ji %71.5 ê wan ji aliyê leşkerên Îraniyan de, bi sîlih raste rast hatine kuştin an hatine birîndarkirin. Li gor raporê 3 kolber hatine kuştin û 18 ji wan hatine birîndarkirin. Di 15 bûyeran de 2 kes hatin kuştin û 13 kolber hatin birîndarkirin. Di 6 bûyeran de 1 kes hat kuştin û 5 kes hatin birîndarkirin. %28.5 ên wan bi bûyerên xwezayî yên weka barfê, ketinê û hwd. xesarê dînê an mirine. Rêjeja kuştiyan an birîndaran li gor parêzgehên ku ji aliyê Îranê de hatine navandin:
Azerbeycana Rojava (Urmiya): 5 car û 5 kolber birîndar bûne
Kurdistan (Sanandaj=Sine) : 6 bûyer,1 kuştî û 5 birîndar
Kermanşah : 10 bûyer. 2 kuştî û 8 birîndar

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin