Herdu meclîsên Libyayê li ser bingeha hilbijartinan li hev kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku herdu meclîsên Libyayê yên li Terablus û Bînxaziyê ji bo hilbijartinan nêzîkî hev bûne û li ser awayê lidarxistina hilbijartinan li hev kirine.
Li gorî ragihandina rojnameya Şerq El Ewset, Serokê Encûmena Nûneran Eqîle Salih "nîşaneyên lihevkirinê" bi Encûmena Dewletê re ji bo "hîmê destûrê" yê hilbijartinên serokatî û parlamentoyê ragihandiye.
Salih agahî da Encûmena Nûneran a li Benxaziyê ku lihevkirin û nêzbûnek bi Encûmena Dewletê re heye û gotiye, niyeta hevkariyê ji bo welat ji vê krîzê derkeve heye.
Herwiha Encûmena Nûneran Ebdullah Bowezîro ji bo serokê dadgeha bilind li şûna serokê niha Mihemed El Hafî hilbijartiye.
Eqîle Salih herwiha serokê Encûmena Serokatiyê Mihemed El Menfî bi alîgiriya Ebdulhemîd Debîbe tawanbar kiriye û xwestiye, bawerî bo hikumeta nû re ya bi serokatiya Fethî Başaxa re bê dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin