Herdu aliyên serê Libyayê ji bo avakirina artêsa hevbes ketin tevgerê

28 September 2020 20:59 0 dîtin
Herdu aliyên serê Libyayê ji bo avakirina artêsa hevbes ketin tevgerê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Xerdeqa yê Misirê ji bo li Libyayê hêzeke hevbeş a leşkerî were avakirin, çekdarên biyanî werin dûrxistin û parastina bîrên petrolê di navbera aliyên Lîbyayê de civîneke ewlekariya hat lidarxistin.

 Li gorî çavkaniyan civîn bi armanca mssogeriya ewlekariya saziyan, bîrên petrolê û binesaziyê li dar ketiye, ev jî dê bi rêya avakirina du komîteyên leşkerî yên ji rojhilat û rojavayê Lîbyayê ji bo avakirina hêzeke leşkerî pêk were.

Hat diyarkirin ku di civînê de gengeşe li ser danîna planên dûrxistina çekdar û milîsên biyanî ji ser erda Libyayê parastina bîrên petrolê hat kirin.

Hat zanîn ku civîna li Xerdeqayê ya di navbera aliyên leşkerî yên Lîbyayê de, di çarçoveya danûstandinên komîteya leşkerî ya hevbeş a Lîbyayê ya bi navê ‘5+5’ ku piştî Konfernsa Berlînê hatiye damezrandin, pêk hatiye.