Di serê herdu hêzên dewleta Sûdanê de herî kêm 56 kustî û 595 birîndar hene…
PeyamaKurd – Li welatê Sûdan a rojhilatê Afrîkayê di encama şer û pevçûnên di navbera artêş û Hêza Piştgiriya Bilez (RSF) de, heta niha herî kêm 56 sivîl hatin kuştin û 595 kes jî birîndar bûn. Li gorî zanyariyan artêşa Sûdanê bi balafirên şer jî hêzên RSFê bombardiman kir.
Komîteya Pizîşkan a Navendî ya Sûdanê ragihand, di şerê navbera artêş û çekdarên Hêza Piştgiriya Bilez (RSF) yên li Xertûm a paytexta Sûdanê û bajarên din de, 56 sivîl hatine kuştin û leşker jî di nav de 595 kes jî birîndar bûne.
Doh 15ê Nîsanê danê sibehê, di navbera artêşa Sûdanê û RSFê de li paytexta Sûdanê Xertûmê û bajarên din şerên çekdarî yên giran rûdan ku li gorî zanyariyan heta îro Yekşemê jî dewam dike.
Artêşa Sûdanê û RSF li ser reforma ewlekariya leşkerî li hev nakin û RSF dixwaze beşdariyeke tam di artêşê de bike ku vê neliheviyê hişt ku şer di navbera herdu hêzên drewleta Sûdanê de rû bide.
Komîteya Pizîşkan di daxuyaniya xwe de destnîşan kir: “Em banga aqilê hevpar dikin û demildest rawestandina şer û pevçûnên ku sivîlên bêguneh û bêçek can didin û dixwazin korîdorên ewle ji bo derxistina kesên asê mane û alîkariya pêşîn a birîndaran bê vekirin.”
Netewên Yekbûyî, Komkara Erebî, Washington û Moskowê li ser şer û aloziyê banga agirbesteke demildest li Sûdanê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin