Parlamentarên herdu aliyên ser ên Libyayê ji bo çareseriya siyasî li Fasê dicivin

06 September 2020 15:16 0 dîtin
Parlamentarên herdu aliyên ser ên Libyayê ji bo çareseriya siyasî li Fasê dicivin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 6ê Îlonê, ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê, şandên parlamentarên her du aliyên şerê Lîbyayê, li paytexta Fasê Ribatê dicivin. Tê çaverêkirin ku di civînên du rojan dom bikin de, deshilatiyên bilind di navbera aliyan de werin dabeşkirin.

Parlemeterekî Libyayî Seîd Emxîb jî gotiye, di demekê de ku Lîbyayî hewl didin aloziya li welatê xwe çareser bikin, Tirkiye jî şandina çek û çekdaran bo Lîbyayê berdewam dike.

Li gorî ragihandina çavkaniyên dîplomatîk, parlamenterên herdu aliyên şer ên Libyayê, îro li başûrê paytexta Fasê Ribatê dicivin.

Biryar e di van civînan de, 2 şande ji herdu aliyan beşdar bibin ku her şandek jî ji 5 parlamenteran pêk tê.

Li gorî heman çavkaniyan, heta niha, ne Parlemena Lîbyayê, ne jî hikumeta Wîfaqê, beşdariya xwe di van civînan de bi awayekî fermî piştrast nekiriye.

Tora Al-Arabia teqez kir ku ev civîn wê 2 rojan dewam bikin, lê heta niha mekanîzmeya hevdîtinan nehatiye eşkerekirin.

Li gorî şîrovekarên siyasî tê gotin, di vê civînê de, wê postên bilind ên desthilatdariyê, di navbera aliyên Lîbyayê de, werin dabeşkirin.