Aliyên Libyayê li ser hikûmeta yekgirtî li hev nekirin

16 November 2020 20:48 0 dîtin
Aliyên Libyayê li ser hikûmeta yekgirtî li hev nekirin

PeyamaKurd - Rojnameya El-Beyan a erebî bi zarê Nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bo Karûbarên Lîbyayê Stephanie Williams belav kiriye ku danûstandinên aliyên Libyayê yên li Tunisê berdewam dikirin bi ser neketine.

Li gorî rojnamê Williams gotiye, di encama danûstandinan de li ser hikûmeteke yekgirtî lihevkirin çênebûye.

Williams daye xuyakirin: “Di hefteya pêşiya me de wê danûstandin bi rêya online dewam bikin, da ku li ser mekanîzma û pîvanên diyarkirina kesayetên ku dê desthilatê bi dest bixin, lihevkirin çêbe.”

Çend roj berê jî hatibû ragihandin ku her du aliyan li ser pêkanîna hilbijratinan di 24ê Kanûna 2021an de li hev kirine.