Ji Sedir bo aliyên Sîe: Bi mercê besdarnekirina Malîkî em hikûmeta piranî ava bikin!
PeyamaKurd – Serokê kutleya herî mezin a parlamentoya Iraqê li gorî encamên hilbijartinên 10ê Cotmehê û Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, di civîneke ligel Çarçoveya Hemhangiya Şîeyan de, mercê beşdarnebûna Nûrî Malikî di hikûmeta nû de danî.
Muqteda Sedir behsa civîna xwe ya ligel Çarçoveya Hemahengiya Şîe ya ji Şanda Hevpeymaniya Fetih pêk hatibû kiriye û bi tundî li dijî beşdarbûna Hevpeymaniya Dewleta Yasa û serokê wê Nûrî Malikî di hikûmeta nû de derketiye.
Sedir di wê civînê de gotiye: “Şanda Fetih ku ji Hacî Amirî û Şêx Qeys pêk hatibû, herwiha Hacî Feyyaz ligel wan bû, min ji wan re got ku beşek ji we weke Fetih û Feyyaz û yên din bi me re beşadarî hikûmeta piraniya niştimanî bibin, lê ez wê yekê jî dibêjim bi mercê beşdarînekirina Malikî û razî nebûn. Wan got yan em hemû beşdar dibin yan jî em beşdar nabin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin