Herkes li benda Fransa sibê ye
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Fransayê Christophe Castaner got: “ Xwepêşandanên li dijî hukumetê cinawirekî afirand. Em ê ji şiddetê re musamahayê nekin. Dibe ku kesên redîkal sibê bikevin nava xwepêşandanan û xelkê provoke bikin. Grûbên redîkal dixwazin rejîma komarî biguhêrin. Di navbera xwepêşandanên aştiyane û redîkal de gelek ferq heye.”
Herkes li bendê ye bê sibê wê “êlek zer” çi bikin. Xwe amade dikin da li seranserê welat xwepêşandanan bikin lê behs heye ku êrîşan bibin ser parlementeran, rêvbiran an ser qesra serokkomariyê ya Macronî. Ji niha de gelek kargehên tûrîstîk ciyên xwe girtin.
Xwendekarên lîseyê jî ketibûn nava tevgerê û bi sedema qanûnên nû yên xwendinê protesto bikin ketibûn kuçe û kolanan. Ji wan niha 32 kes di bin çav de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin