Hesabên Donald Trump ên Facebook û Instagramê hatin astengkirin

08 January 2021 10:30 0 dîtin
Hesabên Donald Trump ên Facebook û Instagramê hatin astengkirin

PeyamaKurd – Hesabên Donald Trump ên Facebook û Instagramê, heta ji kursiya seroktiyê diçe wê astengkirî be.

Li gor CEOyê Facebookê Mark Zuckerberg da zanîn, ger ew di vê pêvajoyê de destûra bikaranînê bidin Trump, dê ev rîskeke mezin be.

Bi vî awayî hesabên Trump yên Facebook û Instagramê, dê bo du hefteyan girtî bin.

Twitterê jî ji Trump daxwaz kiribû sê peyamên xwe yên dawî rake û ji ber binpêkirina rêzikên civakî, hesabê wî bo 12 saetan girtibû.

Trump di vîdeoya xwe ya dawî ya li ser medya civakî de destnîşan kiribû ku di hilbijartinan de sextekarî çêbûne.