Hesdî Seibî li Kerkûkê erdan dide endam û aligirên xwe belav dike

05 October 2019 11:58 0 dîtin
Hesdî Seibî li Kerkûkê erdan dide endam û aligirên xwe belav dike

PeyamaKurd - Endamekî encûmena rêveberiya Kerkûk-Germiyanê yê PDKê amaje bi wê yekê dike ku beşek berçav erdên Kerkûkê ji aliyê Heşdî Şeibî ve li endam û alîgirên xwe belav dike.

Endamê encûmena rêveberiya Kerkûk-Germiyanê yê PDKê Dr. Ferhad Kerkûkî ragihand, Heşdî Şeibî dest bi belavkirina erdên Kerkûkê li endam û alîgirên xwe  kiriye. Herwiha got, erdên başûrê Kerkûkê û bi taybet jî derdora rêya Bexdayê, ji aliyê Heşdî Şeibî ve hatine belavkirin.

Li gor wî endamê encûmena rêveberiya Kerkûk-Germiyanê yê PDKê, bi taybet Heşdî Şeibî hewl daye binkeyê encûmenê jî bi navê xwe ve tomar bikin û piştre bifroşin.

Ferhad Kerkûkî wî karê Heşdî Şeibî wek hewldanekî metirsîdar pênase kir û ragihand, eger rê li wan neyê girtin rewş dê aloztir bibe.