‘Heta du sê salan wê li Kurdistanê rojane milyarek kûp gaz bê derxistin’

24 April 2022 15:48 0 dîtin
‘Heta du sê salan wê li Kurdistanê rojane milyarek kûp gaz bê derxistin’

PeyamaKurd - Berpirsê Kompaniya Hîlal a Îmaratê ku li Herêma Kurdistanê karê derxistina petrol û gazê dike ragihand ku ew dê heta du sê salan li Herêma Kurdistanê rojane milyarek kûp neft û gazê derxin.

Berpirsê Kompaniya Hîlal Mecîd Ceifer di beyaneke xwe ya bo BasNewsê de gotiye, ew sala 2007an piştî ku qanûna neft û gaza Kurdistanê ji aliyê parlementoya Kurdistanê ve hat pesendkirin hatine Kurdistanê û wan dest bi derxistina neft û gazê kiriye.

Mecîd Ceifer dibêje, ew niha rojane zêdetirî 400 hezar bermîl neft û zêdetirî 500 milyon kûp gazê li Kurdistanê derdixin û ev gaveke pir mezin û girîng e.

Berpirsê Kompaniya Hîlal bibîr xistiye ku ew niha zêdetir di warê gazê de kar dikin û gotiye: “Sê kompaniyên din jî wek şirîk bi me re kar dikin. Me heta niha 2.3 milyar dolar di sektora gaza Kurdistanê de sermaye daniye. Em dixwazin nîv milyarê din jî di vî warî de xerc bikin.”

Berpirsê Kompaniya Hîlal destnîşan kiriye, plana wan ew e heta du salên din rojane milyarek kûp gazê li Kurdistanê derxin û bi vî rengî tevahiya pêdiviyên Kurdistanê dabîn bikin û bigehîjin asteke ku êdî gaza Kurdistanê bifiroşin derve.