Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê berdewam dikin

21 June 2020 16:55 0 dîtin
Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê berdewam dikin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ji doh 20ê Hezîranê ve li Bexdayê danûstandinên xwe berdewam dike, îro jî bi Serokê Hevpeymana Fetih Hadî Amirî, Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî û Serokê Tevgera Hikme Amar Hekîm re civiya.

Nêçîrvan Barzanî ku doh bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokomar Behrem Salih re jî civiyabû, li ser çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê danûstandinên berfireh pêk tîne.

Tê çaverêkirin Nêçîrvan Barzanî îro bi Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî re jî hevdîtinekê pêk bîne.