Hevjîna Serokwezîrê Kanada bi temamî ji vîrusê bas bû
PeyamaKurd - Hevjîna serokwezîrê Kanadayê Sophie Gregoire Trudeau ragihand ku ew bi temamî ji vîrusa korona baş bûye.
Hevjîna serokwezîrê Kanadayê Sophie Gregoire Trudeau li ser rûpela xwe ya facebookê got, hest bi başbûnê dike û bijîşkan jî jê re gotiye êdî ew baş bûye.
Sophie Gregoire Trudeau daxwaz ji hemwelatiyên welatê xwe kir berdewam bin di mana li malên xwe û rênimayiyên tenduristiyê jî bi başî bicîh bînin.
Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau 13ê Adarê ragihandibû ku hevjîna wî bi vîrusa koronayê ketiye û li malê di karantînayê de ye û di bin çavdêriya bijîşkan de ye.
Li Kanadayê 5 hezar 655 kes heta niha tûşî vîrusa korona bûne, 70 kes baş bûne û 100 kesan jî can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin