Serokwezîrê Kanada û hevjîna xwe di protestoya rejîma Îranê de dirûsma, 'Jin Jiyan Azadî' qêriyan!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau û hevjîna xwe, li paytexta Kanadayê Ottawayê beşdarî xwepêşandana protestokirina rejîma Îranê bûn.
Justin Trudeau di xwepêşandanê de dirûşma, ‘Jin, Jiyan û Azadî’ qêriya got: “Em li hember Îranê bêdeng nabin. Em ji jin, keç û dayîkên Îranî û hemû kesên ku di vê tevgerê de em hevrê ne re dibêjin, hûn nehatine jibîrkirin, dengê we hatiye bihîstin û em ê dengê we bilindtir û bihêztir bikin. Tişta ku em bikarin bikin em ê bikin ku li hember hikûmeta Îranê em rawestin.”
We stand united – united in support of Iranian women, united against Iran’s heinous behaviour, and united in our resolve to hold this oppressive regime accountable. Today, that unity was on display in Ottawa. pic.twitter.com/2CLzWbfYez
— Justin Trudeau (@JustinTrudeau) October 29, 2022
Serokwezîrê Kanadayê li ser hesabê xwe yê twitterê jî peyamek digel çend wêneyên xwepêşandanê belav kir û diyar kir: “Em yekgirtî ne, yekgirtî ne ji bo piştevaniya jinên Îranî, yekgirtî ne ji bo li hember kiryarên kirêt ên hikûmeta Îranê û di wê baweriyê de ne ku divê ev hikûmeta zilimkar bersiva wê bide ku ew yekgirtîbûna li Ottawa hatiye nîşandan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin