Hevkariya di warê perwerdeyê de ji Herêma Kurdistanê û Lubnanê
PeyamaKurd – Herêma Kurdistanê û Lubnanê li ser wê yekê li hev kirin ku di warê perwerdeyê de hemahengî bê kirin û li ser vê mijarê peymanek ji hevtêgihîştinê amade bikin.
Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di çarçoveya Korbenda Perwerdeya Cîhanî ya li Londonê de, Wezîrê Perwerde Alan Heme Seîd ligel Wezîrê Perwerde û Xwendina Bilind a Lubnanê Ebas Helebî û şanda pê re civiya.
Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Alan Heme Seîd û Wezîrê Lubnanê Ebas Helebî tekezî li ser pevguhertina ezmûnên perwerdeyê di navbera Kurdistan û Lubnanê de kirin.
Hat ragihandin ku ji bo amadekirina pêşnûmeya lihevkirinê ya di warê perwerdeyê de ji her du wezaretan ekîb hatin erkdarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin