Hevpeymaniya Erebî li dijî milîsên Îranî operasyon da destpêkirin

07 February 2022 19:36 0 dîtin
Hevpeymaniya Erebî li dijî milîsên Îranî operasyon da destpêkirin

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Erebî ya Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike, li dijî Hûsiyên Yemenê yên Îran piştevaniya wan dike operasyon da destpêkirin.

Hat ragihandin ku Hevpeymaniya Erebî ligel hêzên rewa yên hikûmeta Yemenê li paytext Sana û bajarên din ên Yemenê li dijî armancên Hûsiyan dest bi operasyoneke nû kiriye.

Di daxuyaniya hatiye dayîn de tê gotin ku ev operasyon ji bo parastina sivîlan ji êrîşên Hûsiyan hatiye destpêkirin.

Herwiha hat ragihandin ku rempeyeke moşekan li Parêzgariya Cevfê hatiye ruxandin.