Hevpeymaniya Navdewletî: HSDê li Reqayê 3 DAISî desteser kirin

18 March 2023 16:34 0 dîtin
Hevpeymaniya Navdewletî: HSDê li Reqayê 3 DAISî desteser kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di encama operasyoneke hevbeş de, li Reqayê 3 çekdarên DAIŞê desteser kir.

Di daxuyaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de hatiye gotin: “HSDê li Reqa du opeasyonên yekalî pêk anî û çekdarên DAIŞê hatin girtin.”

Hevpeymaniya Navdewletî daye zanîn ku hêzên hevpeymaniya navdewletî dema operasyonê alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kirine û di encamê de çekdarekî naskirî yê DAIŞê Husên Xelîl Hisên, serkirdeyê şaneke DAIŞê Ebdulcebar Îmad Muxlif û yek ji alîkarê DAIŞê Xalib Semîr Mihemed bi awayekî serketî girtin.

Fermandarê Hêza Peywira Hevbeş a Operasyonên Taybet Claude Tudor gotiye ku erka HSDê ya operasyonên dijî DAIŞê li Reqayê, yek ji armanca wan a têkbirina bi temamî ya DAIŞê ye.