Hevpeymaniya Navdewletî: HSDê 8 DAISîyên girîng desteser kirin

06 February 2020 19:39 0 dîtin
Hevpeymaniya Navdewletî: HSDê 8 DAISîyên girîng desteser kirin

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku ligel hev têkoşîna dijî DAIŞê didin, 8 çekdarên girîng û naskirî yên DAIŞê desteser kirine û dest daniye ser cebilxaneyeke mezin a çek û teqemeniyan.

Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di çarçoveya operasyona jinavbirina bermayiyên DAIŞê de, li Dêrazorê DAIŞîyên têne naskirin girtine.

Fermandarê li nav hêzên asmanî yên Amerîkayê Eric Hill, ragihand ku li gor zanyariyên îstîxbaratî hêzên hevpeymanan berdewam in di operasyonên xwe yên jinavbirina çekdarên DAIŞê de.

Hat diyarikirin ku di operasyona HSDê de ku 8 çekdarên girîng û naskirî yên DAIŞê hatine desteserkirin, hêzên hevpeymanan jî beşdarî kirine.

Hevpeymana navdewletî derbarê nasnameyên wan çekdarên DAIŞê yên hatine desteserkirin ku wan girîng bi nav dike, ti zanyarî belav nekirin.

Eric Hill got, di mawayê çend hefteyên derbasbûyî de, operasyonên têkbirina DAIŞê bê navber berdewam kirine û ev fişara ser DAIŞê, bi armanca parastina aştî û seqamgiriya zêdetirî 3 milyon kesên herêmê ye.