Hevpeyvîna bi Serok Barzanî re îsev tê wesandin
PeyamaKurd – Televizyona Erebî MBC1, hevpeyvîna ku digel Serok Mesûd Barzanî kiriye îro diweşîne.
Îro îniyê fragmana hevpeyvîna kanala MBC1TV ya bi Serok Barzanî re kirine hate belavkirin ku tê de tê gotin, Serok Barzanî beşdarî bernameya ‘Deriyê Naverast’ bûye.
Di hevpeyvînê de tê diyar kirin ku Serok Barzanî bersiv daye pirsa ‘Piştî referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê’ hatiye pirsîn.
Hevpeyvîna ligel Serok Barzanî îşev li demjimêr 20:00an dikeve weşana MBC1 TVyê.
Di referandûma serxwebûnê de ku 25ê Îlona 2017an bi seroktiya Serok Barzanî li Herêma Kurdistanê hatibû encamdan de, ji 92.72%ê xelkê Kurdistanê ji Serxwebûnê re dengê BELê bikar anîbû û ev yek wekî serkeftineke mezin bo çarenivîsa gelê Kurd hatibû nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin