Pirtûka ''Têksikandina Efsaneya DAISê li Jêr Serkirdatiya Serok Mesûd Barzanî de” hat wesandin
PeyamaKurd – Pirtûka Dr. Şêrzad Azad Sultan a bi navê “Têkşikandina Efsaneya DAIŞê li Jêr Serkirdatiya Serok Mesûd Barzanî de” hat weşandin û belavkirin.
Nivîskar derbarê nivîsîna pirtûka xwe de daye zanîn: ‘‘Serok Barzanî serwerî û xaka Kurdistan û cîhanê ji metrisiya DAIŞê parast û mezintirîn rêxistina teroristî ya cîhanê têkşikand. Ev têkşikandin li Herêma Kurdistanê û cîhanê jî deng veda û bû destpêka ketina DAIŞê li navçe û cîhanê.’’
Herwiha nivîskar eşkere kiriye: ‘‘Şikandina DAIŞê di demekê de bû, ew rêxistin di lûtkeya hêza xwe de bû. Ji ber wê çeka pir a ji revîna artêşa Iraqê û Sûriyê ketibû destê wê, hemû cîhan ketibû nava metirsiyeke mezin, lê belê Pêşmerge bi rêbertiya Serok Barzanî li tevahiya mihweran ew rêxistina teroristî têkşikand û serwerî û dîroka tijî xebat tomar kir.’’
Herî dawî diyar kiriye: ‘‘Serok Barzanî bû sembola pêkvejiyan û parêzvanê xaka Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê ji metirsiya wê rêxistina teroristî.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin