‘Serok Barzanî ji bo têksikandina DAISê ji sevê heta sibehê tim li ser xetê bû’

29 January 2021 20:01 0 dîtin
‘Serok Barzanî ji bo têksikandina DAISê ji sevê heta sibehê tim li ser xetê bû’

PeyamaKurd - Fermandarê Pêşmerge Lîwa Berhem Arîf Yasîn behsa rola Serok Barzanî ya di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de kir û got, dema êrîşa DAIŞê ya ser Herêma Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî erka serperiştiyê li xwe girt û ji şev heta beyanîyê bi fermandarên Pêşmerge re di pêwendiyê de bû.

Fermandarê Pêşmerge Lîwa Behram Arîf Yasîn destnîşan kir: “Serok Barzanî roleke yekcar gewre hebû di têkşikandina şerê terorîstên DAIŞê de, her ji wê demê her çî çeka pêşketî ya artêşa Iraqê hebû ket destê terorîstên DAIŞê û êrîşî Kurdistanê kirin. Serok Barzanî serperiştiya hemû sengerên bergiriyê dikir û roleke mezin bi cih anî.”

Lîwa Behram Arîf Yasîn bibîr xist: “Ji bo têkşikandina terorîstên DAIŞê Serok Barzanî berdewam li ser xetê bû ku li hemû mîhweran şahid im; ew dema pêwîst bû bi şev heta beyanî li ser xetê bû ligel fermandaran. Rola Serok Barzanî di têkşikandina DAIŞê de, her li Şingalê heta Kerkûk roleke gewre bû.”

Fermandarê Pêşmerge derbarê rola hêzên hevpeymaniya navdewletî de jî wiha got: “Roleke birbiçav û karîger a hevpeymaniya navdewletî hebû ji bo jinavbirina DAIŞê û hemû cîhan dizane bi serperiştiya Serok Barzanî û bi alîkariya hevpeymaniya navdewletî Pêşmergeyan dawî li DAIŞê anîn.”