Li Amerîkayê 20 sal cezayê zindanê li serkirdatiya “tabûra jinan” a DAISê hat birîn
PeyamaKurd – Li Amerîkayê 20 sal cezayê zindanê li Alison Flocke-Ekren a ku serkirdatiya “tabûra jinan” a DAIŞê li Sûriyê dikir, hat birîn.
Li gor zanyariyan, jina DAIŞî Alison Flocke-Ekren a 42-salî di Hezîrana borî de sûcê xwe qebûl kir ku “piştgiriya madî ji rêxistineke terorîst re dikir.”
Herwiha Alison Flocke-Ekren poşmaniya xwe ya kûr ji ber karê xwe de anî ziman û ji hemû kesên ku ji kiryarên wê bandor bûne jî, lêborîn xwest. Lê wê tekez kir ku “tu carî bi xwe beşdarî şeran nebûye û yek fîşek jî neavêtiye.”
Dozgerê Giştî Raj Parikh eşkere kir, Alison Flocke-Ekren di navbera 2012 û 2019an de, piştgirî da rêxistinên cîhadî li Sûriye, Iraq û Lîbyayê, li wir mejiyê keçên ciwan dişuşt û ew li ser kuştinê perwerde dikirin.
Alison Fluke-Eckernê di meha Hezîrana borî de qebûl kir ku wê zêdetirî 100 jin û keç perwerde kirine, hin ji wan di navbera 10 û 11 salî de bûn û ew fêrî bikaranîna çek û kemberên teqîner kirine.
Hat zanîn ku Alison Flocke-Ekren sala 2008an bi hevjînê xwe re ji Kansasa Amerîka çûbû Misrê, sala 2011an çûn Lîbyayê û sala 2012an derbasî Sûriyê bûbûn.
Herwiha di sala 2016an de, hevjînê wê di encama bombebaranekê de hat kuştin û çend meh şun de, ew dîsa bi çekdarekî DAIŞê yê Bengladeşî re zewicî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin