Hevseroka HDPê ya Mûsê Belma Nergîz hat desteserkirin
PeyamaKurd – Polîsên Tirkiyê, di danê sibê de Hevseroka HDPê ya Mûşê Belma Nergîz desteser kirin.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Belma Nergîz, di saetên serê sibê de hat desteserkirin. Polîsên ku bi ser mala Nergîz de girtin, di malê de lêgerîn kirin. Polîsan piştî lêgerînê Nergîz desteser kirin û bi xwe re birin avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr. Polîsan li avahiya partiyê jî lêgerîn kirin û piştî lêgerînê girtek girtin. Dûre polîsan Nergîz birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.
Hat hînbûn ku dozgeriyê derbarê Nergîzê de ji bo 4 rojan biryara binçavkirinê daye. Nehat zanîn ku Nergîz bi çi hêcetê hatiye desteserkirin.
re.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin