Hevseroka berê ya HDPê Aysel Tugluk hat binçavkirin

08 November 2023 22:39 0 dîtin
Hevseroka berê ya HDPê Aysel Tugluk hat binçavkirin

PeyamaKurd - Hevseroka berê ya HDPê Aysel Tuğluk hat binçavkirin. Aysel Tuğluk, bi sedema ku bi nexweşîna demansê an ku xesara di mêjî de nexweş ketibû, cezayê wê yê zîndanê yê 10 salan hatibû paşde xistin.

Sedema binçavkirina Aysel Tuğluk ew e ku di sala 2012an de, bi sedema lêpirsînekî wê îfadê wê bigrin û ji bo îfadan wê birin asayîşa Îstenbolê û ji wê derê birin edliya Îstenbolê ya li Çağlayanê. Naveroka îfadê wê kirina propogandeya rêxistina terorêye. Hat ragihandin ku Aysel Tuğluk piştî li edliya Çağlayanê îfadê xwe da, wê serbest berdane.

Aysel Tuğluk sala borî ji ber nexweşînê ji zîndanê hatibû berdan.