Mehkemeyê biryar li ser hevseroka berê ya HDPê da

05 November 2018 23:45 0 dîtin
Mehkemeyê biryar li ser hevseroka berê ya HDPê da

PeyamaKurd – Mehkemeya Tirkan biryara berdewamiya zîndanîbûna Hevseroka berê ya HDPê Figen Yuksekdag da. 

Siyasetmedara HDPyî bi tometa ‘rêvebertiya rêxistina terorê’, ‘propagandaya rêxistina terorê’, ‘dijatiya yasaya civîn, xwepêşandan û meşan’, ‘tehrîkkirina xelkê bo rik û dijminayiyê û tehrîka bo kirina sûcî’ ku tê darizandin. Mehkemekirina wê îro jî berdewam kir.

Mehkemeya Cezayê Giran a 16mîn li Enqereyê di rûniştina ku Hevseroka berê ya HDPê Figen Yuksedag beşdar nebû de biryara berdewama girtîmayîna wê da. Serokê mehkemeyê Sabahattin Saridogan da zanîn ku Figen Yuksekdag, bi şandina erznameyekê diyar kiriye ku ji ber parêznameya xwe hazır nekiriye ew ê beşdariyê di vê rûniştinê de neke.

Dozgerê mehkemeyê, daxwaz kir ku ji ber hincetên wek naveroka tawanê, rewşa delîlên heyî, hebûna delîlên ku nîşan didin gumana bihêz a sûc heye û sûc di nav sûcên çarçovekirî de ye divê Yuksekdag girtî bimîne. 

Heyeta mehkemeyê biryar da ku parastina Yuksekdagê di rûniştineke din de were girtin û rewşa girtîmayînê jî bidome. 

Rûniştina din wê di 16ê Kanûna Duyem a 2019an de were kirin.