Ji bo parlamentera berê ya HDPê biryara girtinê hat derxistin
PeyamaKurd - Ji bo parlementera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Sêrtê Hatice Kocaman biryara girtinê hat derxistin.
Dadgehê li ser dozeke bi hinceta lêpirsîna ‘terorê’ hatibû vekirin biryar da ku parlementera berê ya HDPê Hatice Kocaman were girtin.
Di danişîna dozê ya ku li Dadgeha Cezayê Giran a 9emîn a Diyarbekirê birêve çû de û Hatîce Kocaman û parêzerên wê beşdarî danişînê bûn.
Kocaman tohmet û sûcdariyên lê hatine kirin red kirin û daxwaza beraeta xwe kir. Lê belê dadgehê ew yek qebûl nekir û tevî biryara girtina wê doz bo tarîxeke din bipaş xist.
Di doznameya bo Kocaman hatiye amadekirin de, bi hinceta “endamtiya rêxistina çekdarî ya terorê” ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Çav li rê ye Hatîce Kocaman îro piştî biryara dadgehê bişînin girtîgehê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin