Ji bo Parlamentera HDPê ya berê biryara girtinê

03 April 2018 20:35 0 dîtin
Ji bo Parlamentera HDPê ya berê biryara girtinê

 PeyamaKurd - Parlementera HDPê Besîme Konca jî di nav de der barê 14 kesan de, bi îdiya propagandaya rêxistinê kirine biryara girtinê hat dayîn. Di vê çarçoveyê de li 4 bajaran operasyon hat kirin û di encamê de ji 14 şikbaran 12 kes hatin binçavkirin.

Li gor agahiyên ku hatin hildan, Serdozgeriya Sêrtê, di çarçoveya lêpirsina Newrozê de Besîme Koncaya parlementera Sêrtê ya HDPê ya berê û Necîba Îlhana Alîkara Serokê HDPê yê Bajêr jî di nav de der barê 14 kesan de biryara girtinê da.

Polêsê Tirk di vê çarçoveyê de li 4 bajaran operasyon kirin û di encamê de 12 kes binçav kirin.