Parlamentera berê ya Mêrdînê ya HDPê hat berdan

18 October 2022 12:27 0 dîtin
Parlamentera berê ya Mêrdînê ya HDPê hat berdan

PeyamaKurd – Parlamentera berê ya Mêrdînê ya HDPê Gulser Yildirim piştî 6 salan hat berdan.

Li gor zanyariyan, Gulser Yildirim di 4ê Cotmeha 2016an de hatibû zindanîkirin û bi tohmeta bangeşekirina PKKê, 7 sal û 6 meh cezaya zindanîkirinê li wê hatibû birîn.

Herwiha her çiqasî dema cezaya Gulser Yildirimê berî çar mehan temam bûbû jî, biryara azadkirina wê nedihat dayîn.