Parlamentera berê ya HDPê daxwaza mafê penaberiyê kir

25 August 2018 00:07 0 dîtin
Parlamentera berê ya HDPê daxwaza mafê penaberiyê kir

PeyamaKurd - Parlamentera berê ya HDP daxwaza mafên penaberiyê li Yûnanistanê kir.

Ligor rojnameya Kathimerini ya yûnanî, piştî binçavkirina Leyla Birlik, ifadeya wê hate girtin û serbest hate berdan. Parlementera berê ya Şirnexê ya HDP Birlik, piştî serbestberdan a xwe daxwaza penaberiyê li Yûnanistanê kir.

Birlik li Tirkiye, bi sedema bangeşeya rêxistina terorê û biçûkxistin a serokkomar hatibû girtin, lê paşî bi mercê qedexeya derketina derveyî Tirkiye, hatibû serbest berdan. Ligor agahdariyan Leyla Birlik, bi rêyên neyasayî derbasî Yûnanistanê bû ye û jiber vê yekê jî hatibû binçav kirin.

Leyla Birlik, di hilbijartinê dawî yên li Tirkiye meha Hezîran a îsal de jî, wekî namzet a Parlementoyê hatibû destnîşankirin, lê Komisyona Bilind a Hilbijartinan nave wê red kiribû.