Parlamentera berê ya HDPê Semra Guzel hat girtin
PeyamaKurd – Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel ku piştî parêzbendiya wê hatibû rakirin, parlamenteriya wê hatibû betalkirin li bajarê Edîrne yê Tirkiyê dema dixwest derkeve derveyî welat hat girtin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, li ser Twitterê desteserkirina Semra Guzel ragihand û got ku dema bi pasaporta sexte ligel qaçaxçiyekî koçberan xwestiye derkeve derveyî welat, bi operasyona MÎT û Emniyeta Stenbolê hatiye girtin.
Semra Guzel, bi hinceta belavbûna wêneyên wê yên 7 sal berê yên dema pêvajoya aştiyê ligel hevalê xwe yê berê ku çûbû nav PKKê li Qendîlê girtibûn, parêzbendiya wê hatibû rakirin û doza girtinê lê hatibû vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin