Erdogan ji bo parlamentera HDPê Semra Guzel ferman daye!

12 January 2022 15:24 0 dîtin
Erdogan ji bo parlamentera HDPê Semra Guzel ferman daye!

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo parêzbendiya parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Semra Guzel bê rakirin û ji endamtiya rêxistinê doz lê bê vekirin ferman daye wekîlên serokê koma AKPê û ji ber wê jî bilez dosyeya wê şandina ber Komisyona Dadê û pêşkeşî parlamentoyê hatiye kirin. 

 

Li gorî zanyariyên medya Tirk Erdogan, ferman daye rayedarên partiya xwe û gotiye, "Vî karî bilez çareser bikin û bidawî bînin. Çi pêwîst be bikin."

Piştî van agahiyan jî dosyeya derbarê rakirina parêzbendiya Semra Guzel de ku bi hinceta wêneyên wê yên ligel PKKiyîyê bi navê Volkan Bora hatine dîtin ji Parlamentoya Tirkiyê re hat şandin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê dosyeya ku derbarê Semra Guzel de amade kiribû, berî niha şandibû Wezareta Dadê û Wezareta Dadê jî doh 11ê Çileya 2022an bi armanca ku bişîne Parlamentoyê, dosyeya Semra Guzel ji Serokomariyê re şandibû ku serokomariyê jî îro Çarşembê 12ê Çileya 2022an ew dosye ji Parlamentoya Tirkiyê re şand.

Heger fezlekeya Semra Guzel li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bê qebûl kirin wê rê li ber darizandina wê bê vekirin û heger cezayekî bistîne jî wê biryar li parlamentoyê bê xwendin û mafê parlamenteriyê ji Semra Guzel bê wergirtin. Herwiha cezayekî zêde werbigre jî wê Guzel bo girtîgehê bê şandin.

Daxuyaniya Semra Guzel li ser wêneyên hatine belavkirin...