Hevseroka HDPê: Peyvên Kurdî wekî tawan xistine nav doznameyê
PeyamaKurd – Hevserok Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, li ser doznameya komeleya melayên Kurd a li Stenbolê DIAYDERê ku di xutbeyan de bikaranîna peyvên kurdî wekî tawan di doznameya wan de cî girtiye axivî.
Buldan di axaftina xwe ya îro 4ê Çileyê ya koma Parlamentoyê de, li ser lêpirsîna derbarê şarderiya bajarê mezin a Stenbolê IBB û doznameya DAIYDERê got ku dixwazin tola hilbijartinên 31ê Adarê bistînin û ji ber wê jî gefê li hemû hêzên demokrasiyê dixwin.
Buldan li ser doznameya DİAYDERê jî diyar kir, çi tiştê ku ligel wan tunebe wekî tawan xistine nav doznameyê û peyvên kurdî yên ku ew jê mehrum in jî li doznameyê zêde kirine ku peyvekê jî em lê zêde bikin: “Qediya, diqete, çû, hûn diçin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, di doznameya melayên Kurd ên hejmarek ji wan girtî hinek jî ji derve têne dadgehkirin de; peyvên wekî Rûmet, Aştî, Wekhevî, Cuda… wekî tawan hatine bicihkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin