Hevserokê YNKê Bafil Talabanî bi vîrusa Koronayê ket
PeyamaKurd - Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, tûşî vîrusa Koronayê bû.
Hevserokê YNKê li ser hesabê xwe yê taybet a Facebookê aşkere kir, ew bi vîrusa Koronayê ketiye û got wek her kesên din wî jî xwe xistiye kerentîneyê û rênimayên tendirustî cîbicî dike.
Herwiha Bafil Talebanî di wê daxuyaniya xwe da daxwaz ji hemwelatiyan dike û dibêje, “Ji we hemûyan daxwaz dikim pabendî rênimayan bin. Li gel hev rêgir bin di belavbûna vê şewba cîhanî de û bi ser rewşê de zal bin.”
Hevserokê YNKê tekez kir, rewşa tendirustiya wî cêgir e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin