Hevserokên HDPê: Divê mûçeyê kêmanî 6000 lîre be

17 December 2021 11:29 0 dîtin
Hevserokên HDPê: Divê mûçeyê kêmanî 6000 lîre be

PeyamaKurd – Hevserokên HDPê bi peyamên li ser twitterê, nerazîbûn di derbarê mûçeyê kêmane de nîşan dan û diyar kirin, divê mûçeyê kêmane 6000 lîre be.

Li Tirkiyê do mûçeyê kêmane yê sala 2022ê, ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve, wek 4 hezar û 250 lîreyî Tirkî hat eşkerekirin, lê ev mûçeyê kêmane ku ji aliyê Erdogan ve hatiye destnîşankirin, di nav beşek ji partiyên opozîsyonê de bû sedema nerazîbûnan.

Hevserokên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mithat Sancar jî do 16ê Kanûna 2021ê li ser hesabên xwe ên Twitterê li ser biryara hikûmetê ya derbarê mûçeyê kêmane de nerazîbûn nîşan dan û bi gotina wan, divê mûçeyê kêmane herî kêm 6000 lîreyên Tirkî (derdora 360 dolar) be.

Mithat Sancar eşkere kir: “Ev mûçeyê kêmane ku weke lutfekê hatiye pêşandan, derdê karkeran çareser nake. Ji bo jiyaneke hêja û mirovî ev zêdebûn têr nake. Pêdiviya sereke ew e ku mûçeyê kêmane bibe 6 hezar lîre, derxistinên ji kar bên astengkirin û bo jidestdana dahatê tedbîr bên wergirtin.”

Pervîn Buldan destnîşan kir, desthilat hewl dide zêdekirina mûçeyê kêmane wek serkeftinekê bibîne û tekez kir ku desthilat di şert û mercên hejariyê de pêdagiriyê dike û got: “Ev zêdebûn li beramber reyonên marketan mehkumî helînê ye. Mûçeyê kêmane divê 6 hezar lîre be û derxistina ji kar bê qedexekirin.”