“Hevtêgihîstineke bas di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser pirsa petrolê heye''
PeyamaKurd – Li ser danûstandinên petrolê Wezareta Petrolê ya Iraqê diyar dike û dibêje, hevtêgihîştineke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser pirsa petrolê heye.
Şêwirmendê Wezareta Petrolê ya Iraqê Hamid Zubeyî dide zanîn, “Hevtêgihîştineke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser pirsa petrolê heye. Em bi hêvî ne bigîhin rêkeftineke dawî ku di berjewendiya welat de be.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser binemaya yasaya petrol û gazê ya Herêmê de û di çarçoveya destûra Iraqê de, weberhênanê di sektora petrolê de dike, lê heta niha tu yasayeke federalî ya taybet bi rêxistina sektora petrol û gaza Iraqê derneketiye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya pabendbûna xwe ya destûrî de, sala derbasbûyî rêkeftinek bi Hikûmeta Baxdayê re îmze kir. Li gor rêkeftinê, Herêmê amadehiya xwe nîşan da, rojane 250 hezar bermîl petrol radestî kompanyaya Somo bike, bi mercê ku Bexda mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin