Hewlêr û Tehran li ser bingeha aramiya herêmê hevramaniya xwe dûpat kirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku wî bi Ali Bakirî re li ser başkirina pêwendiyên aborî û parastina aramiya herêmê gotûbêj kirine. Bakirî jî balê kêşa ser gringiya pêwendiyên navbera Tehran û Hewlêrê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Elî Bakirî kir.
Piştî hevdîtinê Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wezîrê Îranê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan.
Di daxuyaniyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: "Li ser çawaniya pêşxistina pêwendiyên aborî yên navbera Îran û Iraqê û bi taybetî Herêma Kurdistanê û aramiya siyasî û kêşeyên ewlehiyê yên li navçeyê, me li ser wê yekê li hev kir ku aramiya navçeyê û berjewendiyên her dû aliyan û hemû herêmê girêdayî geşedanên siyasî ne."
Di daxuyaniya hevbeş a çapemeniyê de Elî Bakirî jî spasiya Herêma Kurdistanê kir ku bi helkefta koça dawî ya serokomar û wezîrê derve yê Îranê di bûyereke diltezîn de, hevxemiya xwe nîşan daye.
Bakiri wiha dewam kir: "Hebûna siberojeke hevbeş, dîroka hevbeş û çarenûsa hevbeş, me û Herêma Kurdistanê tîne cem hev. Vê pêwendiyê hêzek yekalî çêkiriye ku wê aramiyê bîne navçeyê. Ev hêz dibe sedem ku dijminên me berdewam çavdêriya me bikin. Ew naxwazin aramiya giştî li Îran û herêmê dabîn bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin