Parlamentoya Ewropa: Êrîsa Hewlêrê li ser aramiya herêmê gefeke cidî ye
PeyamaKurd - Berpirsê Karbirêker ê Şanda Parlamentoya Ewropayê bo Pêwendiya ligel Iraqê Domenec Ruiz Devesa, êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir û ragihand, ev êrîş gefeke cidî li ser aramiya Herêma Kurdistanê û tevahiya herêmê.
Endamê Parlamentoya Ewropayê dilgiraniya xwe li hember alozîyên di navbera hêzên Amerîka û hevpêymanên wê û komên serhildêr yên li Iraqê de hene nîşan da.
Devesa daxwaza hevahengiyê di navbera desthilatên federalî û herêmî de kir, da ku tawankar bigihin cezayên xwe. Piştevaniya xwe jî ji bo hevkariya Iraqê di şerê li dijî terorê û mezhebî de tekez kir.
Domenec Ruiz Devesa diyar kir, welatên Ewropa û Amerîka berî niha bi tundî ev êrîş şermezar kirin û ew bi metirsiyeke cidî bi nav kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin