Hewleke nêzîkbûnê DAISê ji aliyê Pêsmerge ve hat têkbirin

04 November 2021 12:13 0 dîtin
Hewleke nêzîkbûnê DAISê ji aliyê Pêsmerge ve hat têkbirin

PeyamaKurd – Çavkaniyekî berpirs ê ji hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê li Mîhwera Pirdê diyar kiriye; îşev hewleke nêzîkbûnê ya çekdarên DAIŞê, ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat têkbirin.

Li bilindahiyên Zurgeziraw ên li Mîhwera 5 a rojavayê Kerkûkê li Pirdê, îşev di saet 22:45an de, hejmarek çekdarên DAIŞê hewl dan nêzîkî sengerên Pêşmerge bibin, lê belê Pêşmerge bersiva wan da û çekdarên DAIŞê reviyan.

Fermandarê Fewca 2 ya Lîwaya 10 a Hêzên Pêşmerge Piştîwan Yûsif eşkere kiriye; çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin dîtin û gulle li ser wan hatin reşandin û çekdar reviyan.

Piştîwan Yûsif eşkere kir, niha rewş aram e û hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ne û niha hêzên Pêşmerge pişkinînê li cihê çekdaran dikin, da ku bizanin çekdarên êrîşkar ên hatine kuştin û birîndar bûne hene an na.

Herwiha destnîşan kir, tu ziyan negîhiştiye hêzên Pêşmerge.